pirzikên li çaxa Sokrates de mayî
û xwîn herikandina pirsên bê bersiv
qedehek meya helalî xwestin
xwestineke li ber xaç a Îsayê nîv xwedayî
serxoş bûyîn
paşê jî xwestina xwe avêtina li ber bextê dayika Meryem
pekandin
ber sir û sermayê sibehên bê ol pekandin
hatin
ber ba û bahozên bê pêxember hatin
û ketina
destê kerba zêhneke pirsker
mexeliyeke jibîrkirî de
li bin barana gurên kevneşop de mayîn
ne hatina hawarî ya pêxamberekî bê betal
ne jî ya feylesofekî nûjen
hebûna tişten bê sinc
li gerdûnê de wusatên nedîtbar
tecelî ya kosmosa teqandina mezin
hemûçk qanûnê xwezayî
afirandina zarokên rojhilatê
betal bûna qîzanî ya keçeke êzîdî
hûr kirina misqalê
valahî ya fezayê de rêwîtiyeke kinik
li ber mînareya çar ling kuştina bavekî
û peresandina ber bi meymûn
ber bi ajal..
Elyesa Kaya
Yorumlar
Yorum Gönder