Tenya ya xeyalê xwexwaz û li tê de daxwazê minê nav lê nedanîn hene
Alfabeke razber rûçikên biyanî di serê min de bi cîh dike
Nexş dibe rêça şênber li şikefta çavên min de bi derehişî
Bi umîdeke zarokwarî û bi bafiroka balafirên herbê jorda dînim xwarê
Bêpirsyarî çûyîna bavê xwe dipirsim ji xaka lerzîdêr
Bêhişî xwe didim tarî ya şeva tiktenê
Xewnên xamî dibînim
Û tê de pêsîra dayika xwe dimêjim
Ango çarenûsîya xwe
Hê jî li gewrî û qirika min de gixika çarenûsîya min
Hê jî rîyê bavê minê bikelemî giyana min re diçe mîna şûjina dûpişka
Tu kes nizane hîsa ew ku ji bajaran bi birûske ya gazinca xwe digihîne gunda
Neçarîyeke bajarî de xwe davêjim bersinga havila gundekî kurdistanî
Û derûna min tê qedexe kirin rêzikeke bi navê wekhevî de .
Axxx axx..
Hê jî dengê radyoya êrîvanê
Hê jî qîrîniya dengbêjê derqanûnî tê guhê min "lo lo miho goma jorîn goma mîha ne"
Ez û bavê xwe li tev guhdar dikin
Ka cixarekî vêxe
Bila titûnfiroş bi qehrê bimrin....
Elyesa Kaya

Yorumlar
Yorum Gönder