dilekî bi eşqa morîyê dagirtî
zêlata herranê de dinalim
hêdî hêdî dinalim
hêdî hêdî diçilmisim
xwe re dilope av dikim stargeh
hê jî agirê brahîm dilê min
dişewibîne
hêdî hêdî dimirim
hêdî hêdî xilas dibim
xweyîmaneke evrarî me
ji bo Xweda yekî mîtolojîk
recm kirina min
bi kevirên îsrayê awişt e
hêdî hêdî ditemirim
hêdî hêdî têk dim
sîya bawerîyeke evrarî gav bi gav
min dişopîne
zevîyeke evrarî min teqdîs dike
mexeleke jibîrkirî de
li nav barana gura de mam
kalîna mîheke bi berx stara min bû
hêdî hêdî gur min dixwin
hêdî hêdî gur min dikojin
li payiza birçî
çol û çolistana de pûşê kovî me
û berfistaneke reş de
hêdî hêdi difetisim
hêdî hêdi giyana min laşê min dikişe
hêdî hêdî qehr dibim
hêdî hêdî bîra bavê xwe yê pişik xirabî dikim
û hêdî hêdî ber bi bavê xwe yê ku ji simbêla wî de bêhna titûnê dihat diçim...
Elyesa Kaya
Yorumlar
Yorum Gönder